PDK-S: Rewşa Rojava roj bi roj xirabtir dibe

pdks-rojava-kurdistan

Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya (PDK-S) raporta xwe ya siyasî ya meha Hezêranê belav kir û têde behsa jimareyek mijar û babetên girêdayî rewşa Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî û rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye .

PDK-Sê di destpêka raporta xwe de ronahî xistiye ser xirabûna rewşê li seranserî Sûriyê bi giştî di hemû waran de; siyasî , abûrî , ewlehî û civakî bi sedema derengetina dîtina çareseriyek siyasî ji Sûriyê re û nakokiyên navbera welatên zilhêz yên ku destwerdanê di Sûriyê de dikin mîna Emerîka , Rûsiya , Tirkiye û Îran ku her aliyek li gorî berijewendiyên xwe hemahengiyê û tevgerê dike .

Herweha raporta PDK-Sê behsa lawazbûna rola opozîsyona Sûriyê kiriye û ragehandiye, roj bi roj opozîsyon ber bi paş ve vedigere lewma pêwîstiya wê bi dûbare rêxistinê heye û lêvegerekê di peywendiyên xwe de li ser asta Navdewletî bike, bi taybet welatên ku piştevaniya wê dikin.

Derbarê rewşa navçeyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê PDK-Sê di raportê de ronahî xistiye ser xirabûna rewşê bi giştî ji berdewamiya kirîzan , xirabûna rewşa xizmetguzarî , nebûna ewlehî û aramiyê bi giştî ku di dema dawiyê de piroseyên diziyê zêde bûne serbarî berdewamiya revandina zarokên jêr hijde salî û endamên ENSKê û metirsiya ku di nava welatiyên kurd dirust bûye ew jî bi sedema gefên Tirkiyê û egera encamdana operasyoneke nû li ser deverê.

Di dawiya raporta xwe de Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya behsa êş û azarên kurdan li her sê navçeyên Efrîn , Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê yên dibin kontrola Tirkiyê û komên çekdar de kiriye û ragehandiye, roj bi roj asta kiryar û binpêkirinên komên çekdar ji girtin , binçavkirin , desteserkirin , sepandina bacan li her sê navçeyan zêdetir dibe, ku ta roja îro ew kiryar û binpêkirin berdewamin.

Pustên heman beş