Wêneyên Apo qedera reş ya Rojava

Wêneyên Apo qedera reş ya Rojava

Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûryê ENKSê, Partîya Yekêtîya Demokratîk PYDe bi gefên Tirkiyê yên destpêkirna operasyoneke leşkerî li ser Rojava berpirsiyar dît û diyar kir ku ew hincetan bi organîzekirina xwepêşandanên rojane û bilindkirina alayên PKKê û wêneyên Evdilla Ocalan dide Tirkiyê.

Serokê Encûmenê Siûd El Mula tekez dike, ew bi meznahiya metirsiyên li ser pirisgrêka Kurdî li Rojava Kurdistanê dizanin û her wiha xeteriya gefên Tirkiyê û got: “Emê têkoşîna xwe ya aştiyane bidomînin û hewldanên dîplomatîk ducar bikin ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji bo kirîza Sûryê û pirsgirêka Kurdî”.

Ji hêla xweve endamê desteya serokatiya ENKSê Nesreddîn Îbrahîm bang li MSDê kir “merceyeteka bilind a Kurdî” bê avakirin û li ser asta niştîmanî bigihin têgihîştineke berfireh û got: “Ev yêk rê li ber çareseriyeke siyasî vedike”.

Di daxuyaniyekê de ku roja înî li ser malpera fermî hatiye belavkirin, ENKSê ragihand ku li gel gefên Tirkiyê ji bo dagîrkirina deverên nû li bakurê Sûryê, PYDe hema hema rojane berdewam xwenîşandanan li dar dixe û wêne û alayên PKKê û Evdilla Ocalan bilind dike, her wiha dirûşmên xiyanetkar li dijî Partiyên Kurdistanî gur dike bêy ku sûdê ji dersên berê werbigrin.

Destnîşan kir, bi vê yekê ew hincetên curbicur ji bo destwerdanê û dagîrkirina Rojava didin destê Tirkiyê.

Daxuyaniyê bal kişand ser Rêveberîya Xweser ku siyaseteke dijber dimeşîne û gotye: “Ev rêveberî hêjan berdewame li ser kiryarên xwe yên tirsinak li dijî welatiyan, armanckirina her kesê ku îdyolojya wê binpê dike, çi li ser asta kes, rêxistin û hêzên siyasî be, di serî de encumen û aliyên siyasî yên di ENKSê de”.

Siûd El Mula di daxuyaniyekê de ji bo “Şerq El Ewset” bang li Amerika û Rûsyayê kir ku gefên Tirkiyê û destwerdana wê ya leşkerî li ser herêmê rawestînin û got: “Ev yêk dê aloziyên zêdetir ji bo kirîza Sûryê çêbike û azarên xelkê zêdetir bike”.

Pustên heman beş