PKKê ji ber têkçûnên xwe yên berdewam hevserokek li Silêmaniyê lada

tevgera-azadi-pkk-silemany

Partiya Karkerên Kurdistanê, sedema têkçûna xwe ya li Herêma Kurdistanê xiste stûyê hevserokê baskê xwe yê “Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê”.

Li gor zanyariyên BasNews, roja înê 15/7/2022ê PKKê bêy berçavgirtina metirsiyên berdewam yên li ser sînorê Silêmaniyê, civînek ji bo nirxandina şikestên “Tevgera Azadî” saz kir bi taybetî di mijara şikestên di hilbijartinên parlementoyê de ku tu berbijarekî wan nikarî serbikeve.

BasNews belavkir ku 12 endamên serkirdayetiya Tevgera Azadî û hevserokê Tevgera Azadî yê bi navê Mihemed Abdulla ji postê wan hatine dûrxstin û li şûna wan kesekî bi navê Selam ‘Abdulla hatiye danîn.

Li gorî agahiyan, PKKe piranya şikestinên xwe xistine stûyê berpirsên berê yên Tevgerê, lê çavdêr di wê baweriyê de ne ku PKKe li Herêma Kurdistanê bi temamî têkçûye û zêdetirî 30 sale hewl dide ku di nav gelê Kurd de cihekê bidest bixe û navên curbecur afrandine û di hemûyan de jî têk çûye.

Endamê serkirdayetiya YNKê Mela Şêx ji BasNews re got, dema PKKe di karekî sitratejîk de biserneket, bila kongire yan jî konferansekî ji bo pêdaçûna karê xwe li dar bixe, loma PKKe li ku dera şikestinê bixwe serkirdayetiya partiyên nêzî xwe di guherîne, Tevgera Azadî jî şikestin di hilbijartinên parlementoyê de xwariye.

Pustên heman beş