Di teqîna mayînekê de zarokekî li Kobanîyê jiyana xwe ji dest da

Di teqîna mayînekê de zarokekî li Kobanîyê jiyana xwe ji dest da

Di encama teqîna maynekê de, zarokekî Kobanê ya Rojava Kurdistanê, îro jiyana xwe ji dest da, ev jî dibe zarokê 61 ê ku di îsalê de li Sûryê bi maynan jiyana xwe wenda dike.

Rewangeha Sûrî ya mafên mirov, îro roja şemî 16/7/2022ê mirina zarokekî di encama birînên wî de ku duh di teqîna mînekê de ji bermahyên şer li gundê qertalê li gundewarê Kobanê birîndaribbû, belge kir.

Bi vê yekê, hejmara şehîdên sivîl ji destpêka çileya borî ve, di encama teqîna mayîn û tiştên bermahiyên şerê li Sûryê de bi belge, giha 136 kesan, di nav wan de 10 jin û 60 zarok.

Her wiha 210 kes jî birîndar bûne, di nav wan de 12 jin û 110 zarok.

Pustên heman beş