Tevgera Ciwanên Demoqkrat îro roja Şemiyê 16ê Tîrmeha 2022an, civîna xweya normal li bajarê Qamişlo bi amadebûna hevrêzê giştî yê tevgerê û endam û nûnerên xwecihî yên di nava encûmenê da li dar xist.
Civînê bi xulekek bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir dest pê kir û piştra di naveroka vê civatê de babetên siyasî û rêxistinî hatin gotûbêj kirin.
Bi giştî hevrêzê giştî yê TCDê “Hemze Îsmaîl” li ser bûyer û pêşhateyên herî dawî yên siyasî ser qada kurdî li Rojava Kurdistanê û herwiha çawaniya pêşxistin û aktîvkirina çalakiyên tevgerê û xurtkirina rola ciwanan di nava cemawerî da bi taybet di vê qonaxa hestiyar de ku milet têda derbas dibe gengeşe kir .
Û ji aliyek din ve hemû beşdaran nerîn û pêşniyarên xwe dane xuyakirin derbarê lidarxistina kongirê encûmena niştîmanî ya kurd li Sûriya ENKS ê.