p.language-links a { text-decoration: none; color: black; background-color: #e0e0e0; /* default gray */ padding: 4px 8px; border-radius: 0px; font-size: 13px; transition: background-color 0.3s; } p.language-links a:hover { background-color: #ca0000; color: white; } p.language-links a.active { background-color: #ca0000; /* active URL */ color: white; }
Derew alavê sereke yê veşartina têkçûnên PKKê ye

Heftiya rabûrî Tevgera Azadî ya civakên Kurdistanê “baskê PKKê yê Silêmaniyê” kongireya xwe li darxist, êncam hevserok û desteya serkirdayetiya Tevgerê bi tevahî hatin guherandin, sedema sereke ya guherînê têkçûnên berdewam bûn.
Kongireya Tevgera Azadî li otêla Ramada ya li Silêmaniyê hat li darxistin, li gorî PKKê 700 heya 1000 endaman beşdarî kongireyê bûn, lê belê şandiyê Darka Mazî di nava hola kongirey de rastiya tiştê ku li wir çêbûyî belge kir.
Medyaya fermî ya PKKê ji bo ku rûyê serketinê bide vê kongireyê, ev dema çend rojan nûçe û nirxandinan ji boy kongireyê dike, mînak ajansa ANFê eşkere kir ku 700 endam beşdarî kongireyê bibûn, ji hêla xweve Sterk Tv yê go 1000 endam beşdar bûn!!.
Şandiyê Darka Mazî bo kongireyê eşkere kir, tişta ku PKKê derbarê beşdarbûyîna endaman ragihandî dereweke bi şaxe û destnîşan kir, bi tevahî dora 150 heya 200 kesan di hola kongireyê de bûn û bi vî awayî:
-
5 Kes ji Ewropayê bûn.
-
7 Kes ji Qendîlê.
-
30 Zarok û sinêle.
-
150 Endam ku kesên cur be cur bûne.
-
Yên mayî çi îşê wan li wir tune bû, lê belê PKKê ew dewe kirbûn ji boy xwarin û vexwarinê.




