Mûsil..Dironeka Tirkiyê otomobîleke sivîl bombebaran kir û 5 kes kuştin

musil-drone-turkey-sivil

Balafireke bêmirov a Tirkiyê, îro li wesayteke sivîl li Rojavayê Mûsilê xist û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên destê me, îro roja yekşemî 17/7/2022ê/ balafireke bêmirov ya dewleta Tirk, li Rojavayê Mûsilê otomobîleke sivîlan bombebaran kir û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Bombebaran li derdora Rojavayê Mûsilê li nêzî deriyê Şamê pêk hat.

Li gorî agahiyên destpêkê di wesayîtê de 4 kes û jinek tê de bûn û hemûyan jiyana xwe ji dest dan.

Pustên heman beş