Navenda revandina ciwanan ya PKK’ê li Silêmaniyê eşkere bû

Navenda revandina ciwanan ya PKK’ê li Silêmaniyê eşkere bû

Revandina ciwan û xwendkaran bi taybet keçan ji aliyê PKK’ê ve ji boy çekdarkirina wan di nava refên rêxistinê de, tirseke mezin di dilê day û bavên bajarê Silêmaniyê de çêkiriye.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî” ku ji çavkaniyên xwe yên li Silêmaniyê bi dest xistine, rêxistina PKK’ê li bajarê Silêmaniyê xaniyekî ku dikeve taxa “Bextiyarî” weke navenda revandina ciwanan bikar tîne, herî dawî bi rêya vê navendê 3 keç ji xwendekarên yek ji dibistanên Silêmaniyê revandine û birine çiya.

Çavkaniyên me eşkere kirin, bi tenê li yek ji dibistanên Silêmaniyê di îsal de, PKK’ê bi rêya vê navendê 3 keçên xwendkar revandine ku yek ji wan keçan sê ezmûnên dawiya salê encam dabûn lê ji nişka ve wenda dibe.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” tekez kirine, ji ber ku mamê yek ji wan keçên hatine revandin di asayîşa giştî ya parêzgeha Silêmaniyê de xwedî erke, çûye vî xaniyê li taxa Bextiyarî ku PKK’e weke navendekî ji bo revandina ciwanan bikar tîne û gef li wan xwarine ku ger biraziya wî di dema 24 saetan de venegerînin malê, wê bi hêzeke asayîşê biçe ser vî xanî û tev kadroyên PKK’ê yên li wir desteser bike, ji ber vê yekê jî PKK’e neçar dibe û di dema diyarkirî de wê keçê ji bo mala wê vegerînin.

Çavkaniyên me her weha eşkere kirine, dema ev keçe digehe mala xwe ji dayik û bavê xwe re dibêje, yek ji hevalên wê yên di sosyal medyayê de ev kar bi wê daye kirin û ew ji boy vê malê ya ku dikeva taxa Bextiyarî şandiye, lê her ku digehe vê malê çavên wê tên girêdan û hay ji xwe namîne, li dema çavên wê tên vekirin li cîyekî çiyayî xwe dibîne, li gor axaftina vê keçê dibe ev cî navçeya Şarbajêrê be.

Ji aliyek din ve hat hîn bûn ku birêveberiya Perwerdeya Silêmaniyê, bi nivîsareke fermî ku arastey tev dibistanên Silêmaniyê kiriye, ew haydar kirine ku nabe ti otobîsek bêy rezamendî û nivîsara fermî ya dibistanê ti xwendkaran ji boy geşt û seyranê bibe, ji ber ku giropek PKK’eyî bi hinceta geşt û seyranê, ciwanan ji xalên pişkinînê derbas dikin û piştre wan dibin çiya û di nava refên PKK’ê de wan çekdar dikin.

Pustên heman beş