Demîrtaş: Tu têkiliya HDPê bi PKK’ê re nîne!!

demirtaş apo-hdp-pkk

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş ragihand, “Ti peywendiya HDP’ê bi PKK’ê re nîne û dixwazim PKK çekên xwe li dijî Tirkiyê bêdeng bike”.

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş li girtîxaneya Edirneyê bi rêya parêzerên xwe bersiv da kenala (T24) ragihand, ti peywendiya Partiya Demokratîka Gelan (HDP) bi PKK’ê re nîne. Divê em ji raya giştî ya Tirkiyê re bêjin HDP ne baskê siyasî yê PKK’ê ye. Partiyek karê siyasî bike, pêwîstiya wê bi hêzeke çekdar nîne”.

Demirtaş her wiha got, “Wek ku Mithat Sancar di hevpeyvîna xwe ya dawî de jî diyar kiribû; HDP ne berdewamî, berdevk û alîgirê PKK ye. Tu têkiliya wê bi PKK’ê re nîne. Divê em vê yekê ji raya giştî ya Tirkiyê re vebêjin”.

Demîrtaş daxwaz ji PKKê kir ku çekên xwe li dijî Tirkiyê bêdeng bike û wiha axivî: “Hem dewlet û hem jî PKK divê pirsgirêkê ji zemîna şîdetê derxînin. Heger pêkan be ez dixwazim PKK çekan li hember Tirkiyê bi tevahî bêdeng bike. Lêbelê û mixabin, du astengên sereke hene, ku divê her kes bizanibe. Ya yekem, hikûmet ji bilî operasyona leşkerî nakeve nava tevgerê, nîqaşan nake û di bikaranîna çekan de rijd e”.

Her wiha got: “Lê em di wê baweriyê de ne ku divê PKK were qanihkirin. Di vir de jî astenga duyem derdikeve holê, ew jî tecrîda li Îmraliyê ye. Çimkî kesê ku dikare PKKê qanih bike, Ocalan e, ew jî bi salan e di tecrîdê de hiştine. Tevî van astengan eger PKK çekên xwe bêdeng bike, ez ê ji vê yekê kêfxweş bibim. Lê belê ezmûnên me nîşan dane ku mixabin ev yek ne hêsan e”.

Pustên heman beş