Mehma Xelîl: PKK rêgiriyê dike ku avadanî bigehe Şingalê

mehma-xelil-pkk-sinjar

Serokê lijneya xizmet û avadaniyê li Parlamentoya Iraqê ragehand, nikarin aramî û avadaniyê li Şingalê dabîn bikin, ji ber ku hebûna PKKê nahêle ti projeyek li wî bajarî cihbicih bibe.

Serokê lijneya xizmet û avadaniyê li Parlamentoya Kurdistanê Mehma Xelîl ragehand: ‘’Zêdetir ji 300 milyar dînar ji bo avadaniya Şingalê hatiye cuda kirin, lê ew pare têra avadaniya wî bajarî nake. Li gel wê jî PKK rêgiriyê dike ku avadanî bigehe Şingalê û bûye sedem jenosîd li Şingalê her berdewam bike.’’

Herwaha got: ‘’Bexda derbarê dosyaya Şingalê de gelek xemsare, ji ber wê xemsariya Bexdayê, koçber di germê û sermayê de li kampan di bin çadiran de mane, ev bû 8 sal Iraqê nekariye aramî û avadaniyê ji bo Şingalê dabîn bike.’’

Serokê lijneya xizmet û avadaniyê li Parlamentoya Iraqê got: ‘’Mayîna PKKê li Şingalê bûye sedemê berdewambûna jenosîdê li Şingalê û li ser xelkê wê. Ji ber PKK bûye rêgir ji bo vegerandina koçberan û gehandina xizmetê. Destê avadaniyê nagehe Şingalê û rê jî nade aramî vegere Şingalê.’’

Pustên heman beş