PKK’ê karmendekî dezgeha xêrxwazî ya Barzanî revand

PKK’ê karmendekî dezgeha xêrxwazî ya Barzanî revand

Çekdarên PKKê xortekî xelkê devera Çoman ya Herêma Kurdistanê revandin ku bo geriyanê çûbû gundekî Qendîlê.

Li gorî agahiyên aktivîstên başûrê Kurdistanê di medyaya civakî de parve kirine, xortekî 28 salî bi navê Derya Mihemed û xelkê bajarokê Çoman yê Herêma Kurdistanê duh li gundê Zargelî li bintara çiyayê Qendîl ji aliyê çekdarên PKKê ve hat revandin.

Li gorî agahiyan, ew xortê han bo geriyan û yarîkirinê çûbû wî gundî lê di rê de ji aliyê PKKê ve hat revandin.

Birayê wî xortî bi navê Bêstûn Mihemed ji kanala Kurdistan TV re gotiye, birayên min û çend hevalên xwe çûbûn gundê Zargelî bo futbolê lê çekdarên PKKê ji nav wan de tenê birayê min revandine û birine.

Bêstûn Mihemed her wiha gotiye, em nizanin birayê min çima û kude revandine. Me aliyên pêwendîdar agahdar kiriye.

Li gorî agahiyan, ew kesê ku hatiye revandin, xwedan jin û zarok e û karmendê dezgeha xêrxwazî ya Barzanî ye.

Pustên heman beş