Brîtanya dê li ser alîkarîkirina Pêşmerge berdewam be

peshmerga-kurdiatn-kurd

Şêwirmendê pilebilind ê serbazî yê Brîtanyayê û rêveberiya seferberiya leşkerî li Wezareta Pêşmerge lezkirina pêngavên proseya çaksaziyê di nav rêzên Hêzên Pêşmerge de gotûbêj kirin.

Îro sêşemî 19/7/2022, lîwa Şuan Hema Xerîb Rêveberê Tevgerên Leşkerî yê li Wezareta Pêşmerge, pêşwaziya kolonel Rob Driver Şêwirmendê Bilind ê Leşkerî yê Brîtanya û heyeteke pê re kir.

Di civînê de behsa proseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge hat kirin û bilezkirina pêngavên proseya çaksaziyê bi girîng hat nirxandin.

Ji bo pêşdebirina fermandarî û kontrolkirina di nava Hêzên Pêşmerge de, mijara çêkirina du firqeyan ji bo Hêzên Pêşmerge hat gotûbêjkirin.

Herwesa şanda mêvan tekez li ser wê yekê kir ku Brîtanya ji bo pêşdebirin û bihêzkirina hêzên Pêşmerge dê berdewam bin li ser hevkarî kirina wezareta Pêşmerge.

Pustên heman beş