Tirkiyê di 2 rojan de 2 berpirsên PKKê kuştin

Tirkiyê di 2 rojan de 2 berpirsên PKKê kuştin

Îstixbarata dewleta Tirkiyê îro kuştina berpirsekî din ê payebilnd ê PKKê bi navê Şahîn ragihand, kuştina Şahîn bi du rojan paş kuştina cîhgra Mezlûm Ebdî tê.

Li gorî ajansa Anadolu yê ya dewleta Tirkiyê, îro roja yekşemî 24/7/2022ê kuştina berpirsê payebilindê PKKê yê bi navê Şahîn tekîntangaçê û bi kodnavê “Kendal Ermenî” ragihand, Şahîn berpirsê eniya Kobanîyê a rêxistina PKKê û Yekîneyên Parastina Gel YPGê ye.

Hat ragihandin ku Şahîn li her yêk ji Agiriyê, Qersê, Wanê, Dêrsim û Bidlîsê li ser navê PKKê xebitiye û beşdarî çalakiyên rêxistinê bûye.

Kuştina Şahîn bi 2 rojan paş kuştina Selwa Yûsif cîhgirê Mazlûm Ebdî fermandarê giştiyê HSDê tê ku balafirên keşfê yên Tirkiyê otomobîla wê jî li Rojavayê Kurdistanê kirin armanc.

Mezlûm Ebdî derbarê kuştina Selwayê li Twitter a xwe gotiye: «Emê li ser vê kuştinê bêdeng nemînin, emê tola wê hilînîn».

Pustên heman beş