Bi mûşekan êrîşî kêlgeha gazê ya Kormorê hat kirin

Rêveberê Nahiya Qadir Kerem Sidîq Mihemed ragihand, bi mûşekên katyoşa êrîşî kêlgeha gazê ya Kormorê hat kirin. Herwiha eşkere kir ku ti ziyanên canî tune ye.

Sidîq Mihemed ragihand, vê êvarê 25ê Tîrmeha 2022yan bi mûşekên katyoşa êrîşî kêlgeha gazê ya Kormorê hat kirin.

Mihemed eşkere kir, ji ber êrîşê agir bi pûş û qirşên deverê ket û tîmên wan bi kontrolkirina şewatê ve mijûl in.

Pustên heman beş