Hestî û prûskên sed enfalbûyên Barzaniyan tên vegerandin

Hestî û prûskên sed enfalbûyên Barzaniyan tên vegerandin

Biryare roja 30.07.2022yê hestî û prûskên sed enfalbûyan ji Herêma Kurdistanê re bên vegerandin û bên veşartin.

Seroka Lijneya Şehîdan li Parlamentoya Kurdistanê Sewsen Mîrxan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi boneya salvegera 39emîn a qurbanên jenosîda Barzaniyan de ku roja 31ê Tîrmeha hemû salekî ye, dê roja 30ê Tîrmeha 2022yê demjimêr 17:00ê êvari 100 hestî û prûskên enfalbûyên din ji Herêma Kurdistanê re bên vegerandin.’’

Herwaha got: ‘’Bi merasîmeke taybet û bi amadebûna berpirsên partî, hikûmet û kesûkarên şehîdan ve hestî û prûskên enfalbûyan dê ji goristana enfalbûyan a li Barzanê re bên şandin.’’

Sewsen Mîrxan got: ‘’Roja 31ê Tîrmehê salvegera qurbaniyên jenosîda Barzaniyane û demjimêr 10:00ê sibehê dê ew hestî û prûsk ji axê re bên spartin û bên veşartin.’’

Navborî got, gelek term û hestî û prûskên din mane, yên Germiyanê hîn mane, lê heta naha diyar nîne dê ew jî kengî ji Herêma Kurdistanê re bên vegerandin.

Pustên heman beş