Li Amedê operasyon dijî PKKê hat destpêkirin

Li Amedê operasyon dijî PKKê hat destpêkirin

Artêşa Tirkiyê li sînorê Amedê ya Bakurê Kurdistanê operasyona bi navê Eren – Dorpêç li dijî rêxistina PKKê dest pê kir.

Wezareta karên navxweyî ya Tirkiyê îro roja yekşemî 31/7/2022ê ragihand; ji bo ku PKKe ji welat were derxstin, operasyona Eren – Dorpêç li sînorê Amedê bi beşdariya 1021 çekdarên hêzên taybet, cendirme û gundparêzan hat destpêkirin.

Di roja ewl ya operasyonê da li deverên çiyayî yên taxên Dîbek û Yolçat ya navçeya Licê, 87 deverên ku pêş da hatbûn tesbîtkirin, kontrol û lêgerîn hat kirin.

Operasyonên Tirkiyê nêzîkî salekê ye bi navê operasyonên “Eren” li navçeyên cuda yên sînorê parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê destpê kirine û berdewam in.

Pustên heman beş