PKK’ê otomobîl û 10 hezar dolar weke bac ji cotkarekî Başûr standin

PKK’ê otomobîl û 10 hezar dolar weke bac ji cotkarekî Başûr standin

Çekdarên PKK’ê, weke bac otomobîl û 10 hezar dolar pere ji yêk ji cotkarên Herêma Kurdistanê standin, paş ku rêxistinê ev pere ji cotkarî wergirtî, ji nû ve ew serbest berda.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, çekdarên PKK’ê li roja 12 Tîrmeha 2022ê li sînorê gundê “Bêrkime” yê ser bi bajarokê Sîdekanê ve, wilatiyê bi navê “Hekîm Yasîn Xeylanî”, dema xwestî ber bi zozanan ve biçe ji hêla çekdarên PKK’ê ve tê desteser kirin, her weha dest bi ser erebeya wî ya ji curê Nissan Pickup de tê girtin.

Çavkaniyên me eşkere kirin, li gorî axaftina çekdarên ser bi PKK’ê bi xwe, ji ber ku ev welatî bazirganiya heywan û pez dike û pêş niha hin heywan anîne û bac bi PKK’ê nedaye, loma ew hatiye desteserkirin.

Ji bilî desteser kirina vî wilatiyê başûr, her wiha çekdarên PKK’ê dest danaye ser otomobîla wî û ew bi 3 milyon dînaran ceza kiriye, paş dana vî cezayê pereyan, ew serbest tê berdan.

Çavkaniyên me her weha tekez kirin, li roja 13/7/2022ê, welatî Hekîm Yasîn Xeylanî bi mamosteyek Olî û hin rihsipiyên din re bi merema wergirtina otomobîla xwe diçin cem çekdarên PKK’ê, lê belê çekdarên PKK’ê li himber otomobîla wî jî, daxwaza pereyan ji wî dikin, ji ber vê yekê ev Cotkarê bi navê Hekîm bi neçarî 10 hezar û 500 dolaran li himberî wergirtina otomobîla xwe bi çekdarên PKK’ê dide.

Pustên heman beş