Li Helebce Cenazeyê welatiyekî hat dîtin

Li Helebce Cenazeyê welatiyekî hat dîtin

Îro roja duşemê termê welatiyekî li Şerde Xurmalî ya parêzgeha Helebce hate dîtin.

Berdevkê Rêveberiya Polîsê Helebce Barzan Osman di civîneke çapemeniyê de ragihand: termê welatiyekî bi navê Birêz Nimet Sadiq temen 25 salî, xelkê taxa Erdelanî ya navçeya Xurmalê, di nav çiyê de hatiye dîtin.

Barzan Osman gotiye: “Tîma belge û tawanan a navenda polîsê Xurmalê termê wî hat wergirtin û bo pizîşkiya dadwerî hat şandin daku sedema kuştina wî were zanîn.’’

Pustên heman beş