Artêşa Tirkiyê li Şemzînanê dest bi operasyonê kir

Artêşa Tirkiyê li Şemzînanê dest bi operasyonê kir

Artêşa Tirkiyê piştî teqîna li navçeya Rûbarokê ya Şemzînana Colemêrgê, dest bi operasyonê kir.

Duhî li navçeya Rûbarokê ya Şemzînanê di dema derbasbûna karwaneke otomobîlên leşkerî yên Tirkiyê de teqîn rû dabû. Li gor agehiyan di teqînê de hejmarek leşker birîndar bûbûn.

Artêşa Tirkiyê jî piştî vê teqînê, li gundên Bêgirdê, Gerket, Navrezan û Nehrî yên navçeya Rûbarokê ya Şemzînanê li dijî PKKê dest bi operasyonê kir.

Operasyon bi beşdariya leşker û helîkopteran birêve diçe.

Duh jî parêzgariya Colemêrgê bi daxuyaniyekê hemû cûreyên çalakiyên wek xwepêşandan, meş, grev, ji bo 15 rojan qedexe kiribû.

Pustên heman beş