Li Til Rifet Keçek di êrîşeke artêşa Tirkiyê de hat kuştin

Li Til Rifet Keçek di êrîşeke artêşa Tirkiyê de hat kuştin

 Di encama êrîşên hêzên ser bi artêşa Tirkiyê ve li ser bajarokê Til Rifet û gundên wê de, keçeke Efrînî hate kuştin.

Jêderekî xwecihî ji K24ê re ragihand, hêzên ser bi Tirkiyê duhî 1ê Tîrmehê bajarokê Til Rifet û gundên derdora dan ber topan û di encamê de keçek bi navê Fehîme Fewzî Reşo hate kuştin.

Diyar kir jî, Fehîme Fewzî Reşo ji gundê Remedana ya navçeya Mabeta ya Efrînê ye û piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ligel malbata xwe koçberî gundên derdora Til Rifetê bû.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, roja 26ê Tîrmeha borî bajarokê Tel Rifatê û gundên derdora wê, bi zêdetir ji 50 topî topbaran kiribû û di encamê de 5 welatiyên sivîl birîndar bûbûn û ziyanên mezin gihîştibû mal û milkên xelkê.

Du meh in Tirkiyê destpêkirina opoerasyoneke nû ya leşkerî li Til Rifet û Minbicê dixwe û hêzên zêdetir li nêzîkî wan her du herêman kom kirine û bi awayekî berdewam topbaran dike.

Pustên heman beş