KCK’ê tawanên nemerdane li Pêşmerge kirin

KCK’ê tawanên nemerdane li Pêşmerge kirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Besê Hozat daxuyaniyek belavkirin. Di vê daxuyaniyê de li ser Komkujiya Şengalê nirxandin hatin kirin. Di nirxandina KCK’ê de rastî hatin berevajîkirin, bi dehan pêşmergeyên ji bo Şingalê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn rastî bêedebîya KCK’ê hatin, bi dehan peyvên derew û bêbextane li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin kirin.

KCK’ê dirindeyên DAIŞ’ê pak  dibîne

Di daxuyaniya li ser navê Konseya Rêveber a KCK ê de ewên qetlîam kirî ango DAÎŞ û hêzên li pişt wê tewanbar nekir. KCK’ê ji bo ku DAÎŞ’ê beraet bike, bûyerên li Şingalê diqewimin, di bin navê PDK’ê de pêşmerge û rêveberiya Herêma Kurdistanê sûcdar kir. Em wisa bibêjin, KCK’ê di daxuyaniya xwe de 11 caran behsa DAÎŞ ê kirî ye lê 26 caran bi nebaşî behsa PDK ê kirî ye. Tevî ku Şengal di navbera Kurdistan û Iraqê de herêmeke bi nakok e û bi fermî di bin kontrola Iraqê de ye jî, rola dewlet û artêşa Iraqê bi tevahî hatiye paşguhkirin. PKK’ê bi vî rengî nîşan da ku çawa dijminên sereke dan aliyekî û çawa li dijî Kurdan şer kir. Vê carê jî PKK ê bi berdewamî pêşmergeyan ji komkujiya Şingalê tometbar kir. Lê belê KCK li ser vê yekê ma û gelek sûçên bêexlaqî kirin. Yek ji wan derewan, dibêje “Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî civîna ku komkujiya Şengalê hatibû plankirin” bû ye.

Daxuyaniya KCK’ê daxuyaniyeke li ser derew, Bêbextî û dijminkarîyê hatiye nivîsandin.

Daxuyaniya KCK’ê tenê ji dijminahîya xeta netewî ya Kurd Barzanî û PDK’ê pêk tê. Dibe ku em zanibin ku KCK an jî em jê re bibêjin PKK di vê daxuyaniyê de kerb û kîn li dijî PDK ê vereşîye. Bi sûcdarkirin û îftirayên bêexlaq hewl da vê nefretê eşkere bike.

Di daxuyaniya KCK ê de hat gotin ku rayedarên Herêma Kurdistanê û pêşmergeyan dizanî wê komkujî li Şengalê were kirin. Her wiha PKK ê got, “Beriya komkujiyê, ji bo plansaziya çawaniya girtina Şingal û cihên din hevdîtin dihatin kirin û tê PDK ê jî beşdarî van civînan bû.” Yanî KCK ê got ku Daîş û PDK’ê civîneke hevpar li dar xistî ye. PKK’e jî baş dizane ku ev ne rast e û derewekî dûvik e. Bi rastî Daîş ê zirara herî mezin gîhandîye Herêma Kurdistanê, PDK û Pêşmerge. Pêşveçûna bilez a Herêma Kurdistanê ji ber êrişên Daîş ê rawestiya û kete nava şerekî mezin. Herêma Kurdistanê ku li Rojhilata Navîn herî zêde ji hebûna Daîş ê zerar dît û îradeya dijberîya Daîş ê kirî jî her PDK bû. Bi dehan rastiyên dîrokî hene ku PKK’ê berovajî kiriye.

Ma Şingal di bin kontrola artêşa Iraqê de bû?

Bi salan e PKK e ji bo ku pêşmergeyan berpirsyarê bûyera Şingalê nîşan bide, hewldanên mezin dike. Di vê yekê de dibêje ku Şingal di bin kontrola Pêşmerge de ye. PKK ê ti carî artêşa Iraqê ji Şingalê berpirsyar negirtiye. Lê destpêka komkujiya Şingalê bi ketina Mûsilê ve girêdayî ye. Artêşa Iraqê ji Telafer ku 40 deqeyan dûrî Şingalê ye bi wesayîtan derket û revî. Her tişt bi wê dest pê kir.

Lê PKK’ê bi burdûmana xwe ya propagandayê rê li ber eşkerekirina tiştên ku li Şingalê diqewimin, girt. Yekane karê sereke yê PKK-KCK ê di 8 salên piştî Komkujiya Şingalê re derbas bû, ew bû ku bi tiştên ku li Şingalê qewimîn dinav mala Kurdî de Fitne û fesadî belav bike, bi dereweke mezin dijminatiya li dijî PDK ê çêbike.

KCK: KDP nahêle gel xwe bi rêve bibe

Ger mirov li daxuyanî û medyaya PKK û KCK ê binêre, hewl didin îspat bikin ku hemû Şengalî piştgirî didin PKK ê. KCK ê di daxuyaniya xwe de got, “PDK nahêle gel xwe bi rêve bibe.” Lê ya ku nahêle gel xwe birêve bibe û beşdarî hilbijartinan bibe PKK ye. Hejmara êzîdiyên li derdora PKK ê hemû 1500 e, zarok û tifal jî tê de ne. Di hilbijartinên Cotmeha borî de PKK ê tevî dengên Ereban jî 900 deng negirt. Berovajî vê yekê PKK ê li Şingalê hêzeke biçûk a leşkerî ku gelê Bakur û Rojava jî di nav de ava kiriye û bi vê hêzê tirsê di nava gel de belav dike û zextê li kesên welatparz dike. Nahêle navên wekî Viyan Daxîl ku di nava gelê Êzidî de hilbijartiye bikeve Şingalê. PKK li Şingalê hêzeke dagirker e. Nahêle gelê Şingalê pêşeroja xwe ava bike û birînên xwe derman bike.

KCK: Li Şengalê gerîla tune

Hevserokên KCK ê Bayik û Hozat ser tiştên ku hemû cîhan dizane jî derew kirin û gotin, “Li Şingalê gerîla nîne.” Û kesên ku digotin “PKK li Şengalê ye” wek xayîn îlan kir. Lê belê, berevajî rast e. li gorî me jî  yên armanca PKK ê ya li Şingalê eşkere neke xayin e. Divê Kurdistanî û welatparêzên rast diyar bikin:

  1. PKK li ser xwîn û êşa gelê Şingalê dixwaze xwe li Şingal û Iraqê bi cih bike.

  2. PKK hewl dide ku xelkê Şingalê ji Kurdistanê veqetîne û wan bike lingek projeya Heyva Şîe ya Îranê.

  3. PKK ê li ser Şingalê re xeta maden hoşber û qaçaxçîtiyê ava kiriye. Di her saziyekê de kadroyên xwe bi cîh kirin e. Şingal di pratîkê de girêdayî Komîteya PKK ê ya Rojava ye.

Di navbera rêzikên daxuyaniya KCK ê de gelek hevokên ku heqîqetê tine dikin û dixwazin di nava kurdan de dijminkarîyê derxînin hene. Daxuyaniya KCK ê vê yekê nîşan dide. PKK-KCK wê bi berdewamî li Şingalê bi hevkariya Heşdî Şeibî agirê fitne û fesadîyê gûr bike.

Pustên heman beş