Tora Sûrî ya mafên mirov piştrast kir ku îstixbarata Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê herî kêm 16 medyakar û rojnamevan, di nav wan de du jin, li bajarê Reqqa, li Bakurê Rojhelatê Sûriyê, girtine.
Tora Sûrî ya Mafên mirov di daxuyaniyekê de ragihand ” dewriyeyên asayîşa PYD’ê piştî ku di 30-07-2022an de li bajarê Reqqayê lêgerîn li pey medyakaran destpêkirî, herî kêm 16 xebatkarên medyayê, di nav wan de du jin, girtin e, û diyar kir ku kesên girtî ji bo ajansên ragihandinê û saziyên herêmî dixebtin.
Destnîşan kir, asayîşa PYD’ê medyakarên binçavkirî bi sîxuriyê sûcdarkirine.
Li gorî tora Sûrî ya mafên mirovan HSD’e û PYD’e siyaseteke mîna rejîma Sûriyê di girtina kesên sivîl û medyakar û çalakvanan de dimeşîne, hêzên wê dewam li bazar û cihên giştî digerin û lêgerînan dikin, yan jî bi ser baregehên dezgehên ragihandinê û rêxistinên sivîl de digirin.
Tora sûrî ya mafên mirovan amaje bi wê yekê jî kir ku “hejmarek ji girtiyan rastî lêdanên tund hatine, û gef li wan hatine xwarin.