Sê çekdarên din yên rêxistina PKK’ê li Herêma Kurdistanê, ketin ber êrîşa artêşa Tirkiyê û jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî ajansa Anadoluyê ya dewleta Tirkiyê, li navçeyên operasyona bi navê Pence Kilîl ya ku li Zapê, Avaşîn û Basiyanê dijî PKK’ê destpêkirî, 3 çekdarên rêxistinê hatine armanc girtin û jiyana xwe ji dest daye.
Medyaya Tirkiyê tenê gotiye ku ev sê çekdarên PKK’ê li navçeyên operasyonê hatine hedef girtin û cîhê êrîşê eşkere nekiriye.
Ji hêla xwe ve rêxistina PKK’ê îro kuştina 6 eskeran îlan kir, lê belê tu amaje bi wendahiyên xwe ji hêza gerîlayan nedaye.