Ji ber çekdarên PKK’ê gundên Şêladzê hatin bombebaran kirin

Ji ber çekdarên PKK’ê gundên Şêladzê hatin bombebaran kirin

Çekdarên PKK’ê li Şêladzê baregaya Leşkirê Tirkiyê armanc kir û pişt re reviyan û xwe di nava gundên wê deverê de veşart.

Êvara îro roja Çarşemî, çekdarên PKK’ê li gundên derdora Şêladzê baregeha Leşkirê Tirkiyê bi moşekekî hedef kir û piştre reviyan û xwe di nava sivîlan de veşart, ji ber vê yekê jî leşkirê Tirkiyê cîhê guman lê tê kirin li wir baregeha wan hatibe hedef girtin topbaran kir.

Yek ji welatiyên Şêladzê ku ji ber parastina canê xwe nexwest navê wî were eşkere kirin ji Darka Mazî re ragihand, çekdarên PKK’ê ji aliyê gundên Zêbariya ve ku dikevin nêzî Şêladzê baregehê Leşkirê Tirkiyê li Sîriyê hedef girt û piştre reviyan, piştî vê êrîşê leskirê Tirkiyê derdora gundan hedef girtin û niha dengê balefirên keşfê yên dewleta Tirkiyê jî tê bihîstin, ev yek jî bûye sedema dirustbûna tirsê li cem welatiyan.

Ev şêniyê Şêladzê dibêje, her kes dizane merema PKK’ê ji van provokasyona çîye, her kes dizane piştî ku PKK’ê çiyayê Kurejar teslîmî dewleta Tirkiyê kirî, niha dixwaze bi van provakasyonên xwe şerê xwe yê sexte bi dewleta Tirkiyê re bîne nava gund û bajarên başûr de, PKK’e bûye pira derbasbûna leşkirê Tirkiyê ji boy dagîrkirina Kurdistanê.

Her wiha tekez kir, ger PKK’e dixwaze êrîşî baregehên Tirkiyê bike, bila biçe û baregehên Tirkiyê yên li ser xaka Bakurê Kurdistanê hedef bigre, ne ku were başûr û bibe sedema zirar gihandin bi gelê başûr, li bakur ewqas baregehên leşkirî yên Tirkiyê hene ku ger bixwaze êrîşî wan bike dikare her roj êrîşekê pêkbîne, lê PKK’e vê yekê nake, û her kes baş dizane çima PKK’e bi vî awa tev digere, ew dixwaze başûr jî teslîmî Tirkiyê bike û statuya Herêma Kurdistanê ji nav bibe.

Pustên heman beş