Artêşa Tirkiye li Çiyayê Bagokê yê parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê li dijê gerilayên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi nave Eren-Dorpêç 31 kir ku 528 leşker, gundparêz û polîsên taybet bi 44 tîmên cuda têde beşdar in.
Li gor daxuyaniyeke ku ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belav kirin, Artêşa wî welatî îro 7ê Tebaxa 2022ê li parêzgeha Mêrdînê dest bi operasyona bi nave Eren-Dorpêç31 kiriye 528 leşker, gundparêz û polîsên taybet bi 44 tîmên cuda têde beşdarin.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku operasyon li Çiyayê Bagokê yê Mêrdînê li dijî gerilayên PKKê hatiye destpêkirin û tekezî li berdewamiya operasyonên din jî hatiye kirin.
Zincîre operasyonên Artêşa Tirkiyê yên bi navên cuda ji sala 2017ê ve li Bakurê Kurdistanê bi berdewamî tên kirin. Artêşa Tirkiye ev derdora 9 meh in bi navê operasyonên “Eren” li navçeyên cuda yên sînorê parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê dest bi zîncîre operasyonên xwe yên nû kiriye û ew operasyon berdewam in.