4 gerîla ketin ber êrîşa balafiran

pence-turkey-drone-pkk

4 çekdarên din yên rêxistina PKK’ê li Herêma Kurdistanê, ketin ber êrîşa artêşa Tirkiyê û jiyana xwe ji dest dan, PKKe jî dibêje me 7 esker kuştine.

Li gorî ajansa Anadoluyê ya dewleta Tirkiyê, li navçeyên operasyona bi navê Pence Kilîl ya ku li Zapê, Avaşîn û Basiyanê dijî PKK’ê destpêkirî, 4 çekdarên rêxistinê hatine armanc girtin û jiyana xwe ji dest daye.

Medyaya Tirkiyê tenê gotiye ku ev 4 çekdarên PKK’ê li navçeyên operasyonê hatine hedef girtin û cîhê êrîşê eşkere nekiriye.

Ji hêla xwe ve rêxistina PKK’ê îro kuştina 7 eskeran îlan kir, lê belê tu amaje bi wendahiyên xwe ji hêza gerîlayan nedaye.

Pustên heman beş