Meha bûrî, 65 kes li navçeyên Rêveberîya Xweser hatine kuştin

hsd-reveberya-xweser-rojava-sivil-kill-julay-report-sohr

Di tîrmeha îsal 2022 ê de, 25 jê sivîl bi tevahî 65 kes li navçeyên jêr desthilata Rêveberîya Xweser hatine kuştin.

Nerîngeha Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir, di tîrmeha îsal 2022 ê de, şer û aloz li navçeyên jêr desthilata HSDê û Rêveberîya Xweser zêdebûne, bi tevahî 65 kes bi awayên cuda hatine kuştin, 25 jê sivîlin.

Nerîngehê eşkere kir, di tîrmehê de, rewşa mafên mirovan û zarokan li navçeyên Rêveberîya Xweser bi sedema çalakiyên rêxistina Ciwanên Şoreşger ya girêdayî PKKê, herî xerab bû.

Derbarê qurbanîyan jî dest nîşan kir, 65 kes hatine kuştin, 25 sivîl, 2 jin, 8 zarok, 15 mêr, hejmara kuştiyên din jî kesên çekdar û terorîst bûne.

Pustên heman beş