Artêşa Tirkiyê bajar û bajarokên Rojava Kurdistanê topbaran dike

rojava-zirgan-turkey-attack-kurdistan

Êrîşên artêşa Tirkiyê yên li ser Rojavay Kurdistanê îro dijwar bûne, gundewarê Amûdê, Derbasiyê, Hesekê û Qamişlo ketin ber êrîşan.

Artêşa dewleta Tirk îro roja duşemî 8/8/2022ê top li gundewarên bajar û bajarokên Rojava Kurdistanê Amûdê, Derbasiyê, Hesekê, Qamişlo û Til Temrê, her wiha Eyn Îsa û Zirganê û Girê Spî barandin û ev êrîş hêjan dewam dikin.

Çavkaniyên xwecîhî eşkere kirne ku kesek sivîl birîndar ketiye, ew jî şivanek pez bû û li gundewarê Amûdê birîndar ketiye, lêbelê hêj agahiyên teman nehatine girtin.

Tirkiye gefa destpêkirina êrîşeke mezin li ser Rojava Kurdistanê dike ji bo ku herêmeke ewlehiyê li wir ava bike, PKKe û baskên wê yên Rojava jî hêjan bi bilindkirina wêneyên Ocalan û diruşmeyên PKKê bêhtir îstifzaza Tirkiyê dikin û bêhtir artêşa dewleta dagîrker kêşî hundirê Rojava dikin.

Pustên heman beş