Artêşa Tirkiyê li Bedlîsê operasyoneke nû da destpêkirin

Artêşa Tirkiyê li Bedlîsê operasyoneke nû da destpêkirin

 Artêşa Tirkiyê li Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê li dijî PKK’ê dest bi operasyoneke nû kir.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, li bajarê Bedlîsê bi beşdariya 520 endamên hêzên ewlehiyê, li dijî PKK’ê operasyoneke berfireh hat destpêkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê diyar kir jî, di roja yekem a operasyonê de çar stargehên PKK’ê hatin tunekirin.

Ev yek di demekê de ye, duh jî artêşa Tirkiyê li çiyayê Bagokê ya Mêrdînê li dijî PKK’ê dest bi operasyoneke nû kiribû.

Pustên heman beş