Mîlîşyayên Heşda Şebî 3 mal li Kerkûkê şewtandin

Mîlîşyayên Heşda Şebî 3 mal li Kerkûkê şewtandin

Di meha rabûrî de mîlîşyayên Heşda Şebî yên bi navê “Keta’ib Hezbollah” li bajarê Kerkûkê 3 mal şewitandine û li ser dîwarên wan malan nivîsandiye sîxur.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî” li şeva 7/7/2022an, mîlîşyayên bi navê ” Keta’ib Hezbollah” li bajarê Kerkûkê 3 mal şewitandine, yek ji wan malan ya endazyar “Luheyb Casim Mihemed Elakî” ye ku dikeve taxa “Tis’în”, mala diduyan ya firokevanê teqawîd kirî Tugay “Alî Elanî” ye ku niha li dervey Îraqê jiyan dike, navê kesê sêyemîn jî ku berpirsekî leşkirî yê teqawîd kirî ye heya niha nehatiye hîn bûn.

Milîsên ser bi “Keta’ib Hezbollah” piştî şewitandina mala endazyar Luheyb li ser dîwarên mala wî nivîsandiye, sîxur, Hezbollah.

Ji ber ku bi sedema şewatê zirarên herî mezin bi mala endazyar Luheyb ketine, neçar maye mala xwe xerab bike.

Endazyar Luheyb ji Darka Mazî re ragihand, piştî ku wî lekolîn kiriye ji boy derketina sedemên şewitandina mala wî ji aliyê van mîlîşyayan ve, ev yek ji boy wî eşkere bûye ku biryareke taybet ji aliyê fermandariya Heşda Şebî derketiye ji bo şewitandina mala her kesekî ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevkariyê dike û Fermandarên berê yên rejîma Baas di vî bajarî de.

Taxa 90 “Tis’în” ya bajarê Kerkûkê dikeve ser rêya Kerkûk-Bexdayê, piraniya rûniştvanên vê taxê ji Tirkumen û Erebên Sinne pêk tê.

Li gur agahiyên pêgeha Darka Mazî, endazyar Luheyb di yek ji şîrketên Gazê de li Herêma Kurdistanê kar dike.

Pustên heman beş