“Darka Mazî” têkilîyên mafyayên Rûsî û PKKê eşkere dike

"Darka Mazî" têkilîyên mafyayên Rûsî û PKKê eşkere dike

PKKe bi hevkarî li gel her yek ji heşda şebî û mafyayên Rûsyayê zarokên Îraqî yên di kampên Rojavayê Kurdistanê de ji boy ecindaya xwe bikar tîne.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî”, PKKê bi hevkarîya bi her yek ji Heşda Şebî û mafyayên Rûsyayê re bi tenê ji sala 2021an heya niha zêdetirî 50 zarokên temenê wan di bin 18 saliyê de li kampa “Holê” ya ser bi Heseke ya Rojava Kurdistanê revandine û di hin serbazgehên taybet de wan fêrî zimanê Rûsî û bikaranîna çekan dikin.

Ev zarok wilatiyên Îraqê ne û piraniya wan Êzidî ne, wexta êrîşa DAIŞê vê rêxistina terorê ev zarok bi “Eşbal Elxelafe” dane naskirin, dayik û bavên piraniya van zarokan di şerê li dijî DAIŞê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên taybet yên pêgeha me, ev zarok ji boy sînorê di nêvbera Ermenistan û Azerbaycanê tên veguhestin û di serbazgehên taybet yên PKKê de tên perwerdekirin, ew hînî zimanê Rûsî tên kirin û bi aydolojiya PKKê tên perwerde kirin, piştî hin dewreyên perwerdeyî jî ew tên veguhastin ji boy çiyayê Qendîlê yê Herêma Kurdistanê.

Pustên heman beş