Li Zapê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin

mustafa-demir-pkk-zap-turkey-army-matina-avashin-basyan

Artêşta Tirkiyê îro ragihand ku leşkerekî wan li navçeyên Zap û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê di teqîna bombeyekê de hatiye kuştin.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku leşkerekî wan yê bi navê “Mustefa Demîr” ku li 6 tebaxa îsal 2022ê di teqînekê de li navçeyên operasyona “Pence-Kilîd” de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Heryêk ji artêşa Tirkiyê û rêxistina PKKê her li navbera çend rojan amarên zirarên canî yên hev parvedikn, her yêk dibêje me ewqas kuştine, lêbelê herdu alî rast nabêjin û vê weke şerekî derûnî li himber hev di meşînin, yê ku zirara rastîn ya vî şerê saxte dide, gelê Herêma Kurdistanê ye.

Artêşa Tirkiyê di 17ê nîsanê de li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan yên li Herêma Kurdistanê li dijî rêxistina PKKê operasyoneke nû ya bi navê “Pençe Kilîd” dabû destpêkirin.

Pustên heman beş