PKKe dibêje ev jî layqî Apo derketin!!

PKKe dibêje ev jî layqî Apo derketin!!

Rêxistina PKKê nasnameya du ciwanên din yên Kurd eşkere kir ku li meha rabûrî bi destê artêşa dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê dane kuştin.

Rêxistina PKKê duh roja sêşembî 9\8\2022ê wêneyên du çekdarên xwe eşkere kir ku li meha rabûrî li Başûrê Kurdistanê berê wan dabû mirinê û paş derbasbûna mehekê ji nû mirina wan ragihand.

HPGe her roj wêneyên komên zarok, keç û ciwanên Kurdan belav dike, piranî jê li salên berê jiyana xwe ji dest da ne, lê belê PKKe paş derbasbûna salan ji nû mirina wan radgihîne.

PKKe ji boy çêkirina şervanan pişt bestinê li ser revandina zarokan dike, piranîya şervanên ku tên feda kirin hêjan di temena zaroktiyê yan nû temena zaroktiyê derbas kirine.

Tenê di meha rabûrî da, PKKê wêneyên pêtirî 100 zarok, keç û ciwanan belav kirine ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê feda kirine, PKKe di pesnê wan de dibêje:  “Ew layqî Apo derketin”!!.

Pustên heman beş