Hat Nûkirin – Rêzan Cawîd berpirsê payebilindê PKKê hat kuştin

rezan-cawid-pkk-pjak-qamishlo-amud-rojhilat-iran-turkey

“Rêzan Cawîd” rayedarê PKKê û fermandarê payebilindê Partiya Jiyana Azad PJAKê, baskê PKKê yê Rojhilata Kurdistanê, di êrîşekê de ku îstixbaratên herdu dewletên Tirkiyê û Îranê encamdayî ye, hat kuştin.

Balafirên bêmirov yên dewleta Tirkiyê li 6 tebaxa îsal 2022ê otombîlek li taxa Pîşesazî ya bajarê Qamişlo yê Rojava Kurdistanê hedef kir, di encama vê êrîşê de 5 kes hatbûn kuştin, yêk jê endamê rêveberîya Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê PJAKê Yûsif Mehmûd Rebanî yê kodnavê “Rêzan Cawîd” bû.

Li gorî agahiyên ku Nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan belavkirine, îsitxbaratên dewletên Tirkiyê û Îranê otomobîla Rêzan Cawîd ji dema derketina wî ji Amûdê dişopand û piştire wexta gihaye Qamişloyê, bombe lê barandin.

Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê ragihand, di êrişa Tirkiyê ya roja 6ê Tebaxê li ser taxa Pîşesazî ya bajarê Qamişlo de, fermandarekî PJAKê hat kuştin. 

Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê derbarê êrişên vê dawiyê yên dewleta Tirkiyê li sernaserê herêmên Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser de konferanseke rojnamevanî li dar xist.

Hevserokên Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat û Hemrîn Elî di konferansê de diyar kirin, artêşa Tirkiyê di dema dawî de êrîşên xwe li seranserî herêmê zêde kirine.

Aşkere kir jî, endamê rêveberiya Partiya Jiyana Azad a Kurdisanê (PJAK) Yûsif Mehmûd Rebanî (Rêzan Cawîd) ku bi serdanekê hatibû herêmê, di êrîşa artêşa Tirkiyê ya li ser taxa Pîşesazî de hatiye kuştin.

Droneke Tirkiyê roja 6ê Tebaxê otomobîlek di nava Qamişlo bombebaran kiribû û li gor daxuyaniyeke HSDê, di encamê de 4 kes hatin kuştin ku di nava wan de 2 zarok hebûn.

rezan-cawid-pkk-pjak-qamishlo-amud-rojhilat-iran-turkey-2

Desteya Hundirîn, dewletên garantorên agirbestê û bi taybet Rûsya û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di ber van êrîşan de berpirs dibîne û bang li rêxistinên navneteweyî, Netewên Yegirtî, Encûmena Asayişa Navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir, rêgiriyê li van êrîşan bikin û qedexeya firînê li herêmê ferz bikin.

Rêzan Cawîd kî ye?

  • Li sala 2003an tevlî rêxistinê bû.

  • Bi dem dirêjî li çapemenîya PJAK ê dima.

  • Herdem wek casosekê di nava hevalên xwe da nakokî çêdikirin û hevalên xwe raporî jor dikirin.

  • Di nav PJAK ê da bibû çavdêrê konseyê.

  • Piştî demekê di kongireya 2008an de li dola Şehîd Haron li Qendîlê, PKKê ji bo hilbijartinê di lîsta konseyê da cî danê, lê nehate hilbijartin.

  • Dîsan ji terefê konseyê piştî demekê ew êxistine di nav rêveberiyê de.

  • Li sala 2014an de civînên hizbên Kurdistanî ji bo amadeyîyên Kongireya Neteweyî li jêr seroktiya “Mesûd Barzanî” de, ew jî di gel “Sebrî Ok” û desteya di wê civînê da bi temsîla PJAK ê cî girt.

  • Ji bo ku PKKe “Rêzan Cawîd” li ber çavên şervanan mezin bike, ji aliyê serokê KCKê ve hate şandin ji bo rêveberîya Heftenînê ji bo ku piştire bibêjin di nava şer de maye.

  • Rêzan Cawîd weke gelek ji rêveberên PKKê dibêjin wî dijmin bi dûrbînê jî nedît, lê belê ji ber xizmetên wî yên casûsiyê ji boy konseya PKKê, rêxistonê ew bilind kir.

Pustên heman beş