Hejmara gerîlayên PKKê ku di şerê duh de Li sînorê Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, jiyana xwe ji dest dane, bo 6 kesan bilind bû.
Duh li bejahiya gundikê Anitos (Yoncali) ya li gundê Marinus (Kavakli) ya Colemêrgê di navbera PKK’ê û artêşa Tirkiyê de şer derketibû û hatibû ragihandin, ku di şer û pevçûnan de 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.
Derbarê şerê li Colemêrgê de, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku hejmara endamên PKK’ê yên jiyana xwe ji dest dane, bo 6 kesan zêde bûye.
Heta niha di derbarê mijarê de ji aliyê PKKê ve ti daxuyaniyek nehatiye belavkirin.