PKK çima dîyar kir ku Rêzan Cawîd li Rojava jiyana xwe ji dest da ye

PKK çima dîyar kir ku Rêzan Cawîd li Rojava jiyana xwe ji dest da ye

Duh Komîsyona Navxweyî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê derbarê êrîşa dawî ya dronên dewleta Tirk de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de navên kesên ku di êrîşa dronên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin. Hat ragihandin ku yek ji wan rêveberê PJAK ê Yûsif Mehmûd Rêbanî bi navê kod Rêzan Cawîd e. PKK ê cara yekem navê rêveberekî payebilind ê li Rojava jiyana xwe ji dest da eşkere kir. Tê texmînkirin ku ev yek girêdayî kêşeyên Rêzan Cawîd yên di nava PKK ê de be. Ji ber ku Rêzan Cawîd ji sala 2017ê ve ji aliyê PKK ê ve hatiye cezakirin û ji bo wî beşdarbûna xebatên Rojhilatê Kurdistanê hatiye qedexekirin.

Rêzan Cawîd kî ye?

Rêzan Cawîd di sala 1979an de li Mehabadê ji dayik bûye û di sala 2003an de tevlî nava refên PKK ê bûye. Piştî dîtina perwerdeya şervanan a nû, ji aliyê PKK ê ve ji bo xebatên PJAK ê tê şandin. Rêzan Cawîd ku bi Tirkî û Kurmancî jî baş dizane, piştî yekemîn kongreya damezrandina PJAK ê bi salan e ku li Rojhilatê Kurdistanê tevlî xebatê dibe û heta sala 2013an li ser navê PJAK ê beşdarî amadekarîyên Kongreya Neteweyî ya Kurd a li Hewlêrê dibe. Lê di dawiya sala 2016an de çarenivîsa Rêzan Cawîd tê guhertin û ji aliyê kordînasyona PKK ê ve ji xebatên Rojhilatê Kurdistanê tê dûrxistin.

Rêzan Cawîd çima hat desteser kirin?

Rêzan Cawîd bi îdîaya ku dê dawiya sala 2016 ê ji PKK ê veqete tê girtin. Hat îddîakirin ku Rêzan Cawîd pêwendiya xwe bi Biryar Gabar re ku yek ji kesayetên serkirde yên PJAK ê ye û berê ji PKK ê veqetiyabû hebûye û ji hinek milîsên ku li Qeladizê dijîn re gotiye, ewê ji wê rêxistinê ango PKK derkeve. Tawanek din jî ew bû ku Rêzan Cawîd bi Kadroyek jin re têkilîyên evîndarî daniye. Lê tê gotin ku yek ji sedemên sereke jî ew e ku Rêzan Cawîd ji peymanên sala 2011ê ya di navbera PKK û Îranê de hetî çêkirin nerazî bû. Di navbera salên 2011 û 2012 an de di navbera PKK ê û Îranê de lihevkirinek hate çêkirin û PKK ê lûtkeyên çîyayê Qendîl yên stratejik hemû radestî dewleta Îranê kirin.

Agahiyên ku dibêjin Rêzan Cawîd ji aliyê PKK ê ve hatiye girtin, di navbera salên 2016 û 2017an de di medyayê de cih digrin û di encama nerazîbûna raya giştî ya Rojhilatê Kurdistanê, PKK ê Rêzan Cawîd ber dide û wî derdixe bernameyeke televîzyonî. Ji Rêzan Cawîd tê xwestin ku di wê bernameyê de li dijî Herêma Kurdistanê û PDK ê axaftina bike.

Rêzan Cawîd piştî wê heyamê ji bo xebatên Rojhilat nayê şandin. Piştî ku pêvajoya binçavkirinê qediya, li dibistana navendî a PKK ê tê ragirtin. Di sala 2019an de ji bo xebatên HPG ê tê tayînkirin. Di akademiyên perwerdeyê yên HPG ê de cih digire. Lê Rêzan adaptebûna xebatên HPG ê de zehmetî dikşîne, havîna 2020an wî dişînin Rojava. Rêzan Cawîd di nava desteya YPG ê ya Rojava de beşdarî xebatên perwerdê û hwd dibe.

Danûstandinên bi Emerîka re

Ango Rêzan Cawîd xebatên rojava dimeşand nekû xebatên Rojhilat. Herwiha navekî wek Rêzan Cawîd ev demeke dirêje di medyayê de dernediket. Derdorên Rojhilatî dipirsîn ku Rêzan Cawîd li ku ye çima winda bûye û çima di pêvajoyek girîng de ew ji bo xebatê rojhilat nehatiye erkdar kirin. Yanî PKK di mijara Rêzan Cawîd de bin tometê da bû û Rêzan ew demek dirêj bû dibin çavdêrîya negatifa PKK ê de bû.

Ji ber vê sedemê dema ku Rêzan Cawîd di encama êrîşeke drone de jiyana xwe ji dest da, PKK ê ew demildest aşkere kir da ku  pêşî li şîroveyên cûda, bigire. Her wiha hat zanîn Rêzan Cawîd li ser navê PJAK ê gelek caran bi hêzên Emerîka re hevdîtin pêk aniye. Derdorên siyasî diyar dikin ku dibe PKK ji vê bûyerê jî sûd werbigire.

Yûsif Rêbanî bi navê kod Rêzan Cawîd di 6 ê Tebaxê de li Qamişlo herêma Sina bû armanca drone ên  dagirkerên Tirk û jîyana xwe ji dest da.

Pustên heman beş