Artêşa Tirk careke din herêmên HSD’ê bombebaran kirin

turkey-qsd-zirgan-hasaka

Artêşa Tirk careke din herêmên HSD’ê bombebaran kir û 5 gundên li bejahiya Zirgan û Til Temirê kirin hedef.

Çalakvanên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan çavdêriya bombebarana bejayî ya Tirkiyê li ser herêmên bin bandora Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên rêjîmê li gundewarên Zergan û Til Temr li bakurê rojavayê Hesekê kirin. ziyanên madî hene, bê agahî derbarê ziyanên mirovî hebin.

Rewangeha Sûrî duh êvari Şemiyê jî ragihand ku hêzên Tirkiyê yên li devera “Kaniya Aştiyê” bi topa giran gundên Derdara û Şêx Elî li gundewarê Hesekê bombebaran kirin, bê agahî derbarê ziyanan bên.

Dewleta Tirk gefa destpêkirina êrîşeke mezin li Rojava Kurdistanê dixwe û dibêje ev êrîş di her kêliyekê de wê destpêbike ji bo ku navçeyeka ewle bi kûrahîya 30 kîlometran bê ava kirin.

Pustên heman beş