Tenê li Ranya 40 kes ji aliyê PKKê ve hatine revandin

Tenê li Ranya 40 kes ji aliyê PKKê ve hatine revandin

Derveyî revandinê, 2 berpirsên partiyan li sînorê Ranya û Qeladizê hatine girtin, ku yek ji wan cîgirê berpirsê malbenda YNKê ye li Ranya û yê din jî berpirsê Hevpeymaniya Demokrasî bû û nêzîkî 40 kesên din jî di bin navên cuda de hatine revandin û birine Qendîlê.

PKKê li sînorê Silêmaniyê, dest bi revandin û çavdêrî kirina xelkê û piştî îşkence kirinê wan, vîdyo û wêneyên wan tên girtin û wan wek MÎT pênase dikin. Di heyama çend mehên borî de cîgirê berpirsê malbenda YNKê li Raperîn Mihemed Şameran ji aliyê PKKê ve hat revandin û piştra bi fişarên YNKê ve hat azad kirin. Mihemed Şameran ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hêvîdarim tişta bi serê min hat dubare nebe. Ji ber lihevtênegeheştin û hin tiştên din ew yek pêkhat, tişta ku pêwendiya bi hûrgiliyên çûna min a ji bo Qendîlê û sedemê revandina min ve hebe, hemû hûrgilî li gel YNKê ne.’’

PKKê li sînorê Raperîn û Ranya nêzîkî 40 kesên din revandine ku beşek ji wan bi tometa karê sîxurî û beşek din jî bi tometên cuda hatine revandin. Çavkaniyekî ji malbenda YNKê li Ranya ji BasNewsê re ragehand ku dengê wî û navê wî parastiye li gel BasNewsê: ‘’PKKê biryar dabe ku kesekî bigre, dê bigre. Bi taybet li sînorê ku lê bi bandor in. Bo nimûne eger bi fişara YNKê neba, Mihemed Şameran nedihate azad kirin. Ji bo belge hemû aliyekî re be, ku bizanin PKK xelkê digre û wan îşkence dike û piştre di bin îşkencê de vîdyo û wêneyên wan digre û dibêje waye wan bixwe axaftiye. Endamên wek kadro biribûn Mihemed Şameran, Mihemed Îsmaîl û Ebdula Şêrko ku navê wan hatiye, lê di vê demê de PKKê 5 hemwelatiyên sivîl li gundên sînorê Raperînê birine. Sedem jî ji ber asayîşên gundan daxwaza hewkariyê li wan 5 kesan kiriye, PKKê jî ew yek wisa zaniye ku dij wan e û ew her 5 kese jî revandine.’’

Herwaha got: ‘’PKKê ew xelke azad nekir, ji ber PKKê gotibû kesûkarên wan di ragehandinan de axaftine. Derveyî wan çend kesan jî 9 kesên din girtî ne,  mixabin ji aliyê PKKê ve vîdyoyên wan jî hatine girtin û îşkence kirin.’’

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran li sînorê Ranya Ehmed Pîrot jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKK bi ti awayekî bi ti tiştekî ve pêbend nabe. Bixwazin kî jî bigrin digrin û dibine Qendîlê. Ev jî pirsgirêkekî mezin e. ji ber îdare, hikûmet û saziyên ewlehiyê jî wê demê berpirsin di ber canê xelkê sivîl de ku biparêzin.’’

Pustên heman beş