Hevserokê HDPê yê Colemêrgê hat girtin

Hevserokê HDPê yê Colemêrgê hat girtin

Hevserokê Bajarokê Navendî ya Bajarê Colemêrgê yê HDPê bi tohmeta alîkarîkirina PKKê hate girtin.

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê roja 12ê Tebaxê, li bajarên wekî Diyarbekir, Colemêrg, Wan û Edeneyê bi ser hejmarek malan de girtibûn û 13 kes desteser kiribûn.

Di nava desteserkiriyan de Hevserokê Bajarokê Navendî ya Bajarê Colemêrgê yê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Hesen Ozek jî hebû û hat zanîn ku dadeghê di derheqê wî de biryara girtinê daye.

Rêxistina HDP ya Colemêrgê li ser hejmara xwe ya tora civakî “Twîtter” ragiahnd, “Hevserokê me yê navendê Hasan Ozek ku berî du rojan bi awayekî neyasayî hatibû desteserkirin, bi biryara dadgehê hat girtin.”

Pustên heman beş