Sipayê Pasdaran dîsa gulle berdan Kolberan, 12 birîndar kirin

kolber-iran-bane-kurd

Li navçeya Bane ya Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 12 kolberên Kurd ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatin birîndarkirin.

Malpera Dezgeha Mafên Mirovan a Hengaw ragihand, şeva duşemê 15ê Tebaxa 2022yan, di encama teqeyên rasterast ên hêzên çekdar ên Îranê de li sînorê Bane, herî kêm 12 kolberên xelkê Bane, Bokan û Seqizê birîndar bûn.

Li gor zanyariyên malpera Dezgeha Mafên Mirovan a Hengaw, 7 kolber xelkê Bane, 3 kolber xelkê Seqiz û 2 kolber xelkê Bokanê ne û heta niha nasnameyên pênc kesan ên bi navên Saman Mihemedzade (29 salî) yê xelkê Bane, Fezil Ehmedî yê xelkê Seqizê, Elî Abkar yê xelkê Bokan, Yûsif Qotasî yê xelkê Bokan û Erselan Rehmanî yê xelkê Seqizê eşkere bûne.

Dezgehê diyar kir ku hêzên çekdar ên Îranê bi mesafeya 6 metre û bi gulleyên saçme teqe li kolberan kirine.

Herwiha eşkere kir, tenê 4 kolber bo nexweşxaneyê hatine veguhestin û kolberên din ji tirsa desteserkirinê, serdana nexweşxaneyê nekirine.

Pustên heman beş