Keça 16 salî ya li taxa Şêxmeqsûda Helebê ji bo leşkeriya neçarî ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hat revandin.
Hemîde Fewzî Mihemmeda 16 salî ku di malbateke xizan de li Helebê dijî, çû Enistîtoya çand û hunerêya ku ji aliyê rêxistineke nêzî PKK’ê ve li taxê wan hatbû vekirin û li wir bi muzîkê re eleqedar bû. Lê rojekê, piştî çûyîna kursê, ew qet venegeriya malê. Dema dê û bavê wê ji bo ku li keça xwe bigerin çûn saziya hunerê, berpirsên wê derê ji wan re got me nizanîbû, serê wê êşiya, me ew şandiye malê. Lê piştre hat zanîn ku zaroka biçûk ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin.
Dema malbatê lêgerîna keça xwe didomand, Ciwanên Şoreşger ji wan re gotin, “keça we bi îradeya xwe biryara xwe daye û tevlî me bûye.” Tevî hemû îtîrazên malbatê jî keça wan neşandin malê. Her wiha cihê girtina wê jî nehat diyarkirin. Malbata Hemîde Fewzî ku malbateka xizane, ji ber pirsgirêkên aborî, ji gundê Şêtkayê navçeya Mabataya Efrînê koçberî Helebê bûye.
Taxa Şêxmeqsûda Helebê ku kurd lê dijîn di bin desthilatdariya PKK’ê de ye. Her wiha li taxa Şêxmeqsûd ku bi qasî bajarekê biçûke saziyên wekî çand, huner, ciwan, jin û hwd hene. Bi taybetî jî ciwan ji boy wan saziyan tên rakêşan ku amûrên muzîkê, tenîsa masê û hwd tê de heyî, û li wir jî bi zexta psîkolojîk wan dibin nava refên PKK’ê de û bi zorê wan çekdar dikin.