Rejêma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê 17 welatiyên Kurd desteser kirin 

Rejêma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê 17 welatiyên Kurd desteser kirin 

Di van rojên dawî de li 3 bajarên parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 17 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine desteserkirin. Hêzên ewlekariyê sedema desteserkirin û cihê ragirtina wan kesan eşkere nekirine.

Li gor rapora Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, di pêleke nû ya desteserkirina welatî û çalakvanên Kurd de, bi kêmanî 10 welatiyên bajarên Bokan û Mihabad ji aliyên hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine desteserkirin û bo cihekî nediyar hatine veguhestin.

Roja Sêşembê 16ê Tebaxa 2022ê, hêzên ewlekariyê yên Îranê çûne gundê Lec û bi ser malên çar welatiyan de girtine û ew desteser kirine. Hevdem li bajarê Mihabadê jî du welatiyên din hatine desteserkirin.

Rêxistina Hengaw a Mafên Mirov jî belav kiriye ku di dema pênc rojan de li her sê bajarên Mihabad, Bokan û Şinoyê 17 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine desteserkirin û bo cihekî ne diyar hatine veguhestin.

Li gor Hengawê, li Mihabadê duh Sêşembê 16ê Tebaxê ji gundê Gok Tepe kesek bi navê Celal Mehmûdî, ji gundê Qere Qişlax kesek bi navê Loqman Behramî û ji gundê Lecê çar kesên bi navên Emîr Bayzîdî Azer, Şehram Bayzîdî Azer, Kambîz Bayzîdî Azer û Çiya Pîrzad hatine desteserkirin.

Roja Şembiyê 13ê Tebaxê jî welatiyek bi navê Nasir Ehmedzade li Mihabadê hatibû desteserkirin.Li bajarê Bokanê jî herî kêm 5 welatî hatine desteserkirin. Li gor Hengawê navê kesên desteserkirî bi vî awayî ye; Elî Farûqî û Celal Emînî, Emîr Husênzade, Mistefa Bilaz, Mihemed KerîmîxahDestpêka vê hefteyê hêzên ewlekariyê li bajarê Şinoyê jî 5 welatiyên din desteser kirine û tê gotin ku bo Girtîgeha Îdareya Îtilaatê ya parêzgeha Urmiyê hatine veguhestin.

Hengawê nasnameya kesên ku li Şinoyê hatine desteserkirin wiha ragihandiye; Hekîm Mîrzayî, Hîwa Mîrzayî, Areş Pîrî, Zahîr Muradî û Enwer PêyxamîHêzên ewlekariyê yên Îranê di meha borî de, bi kêmanî 56 welatiyên xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi tohmeta çalakiyên siyasî û medenî desteser kirine. Beşa herî zêde ya wan kesan bi hevkarîkirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê tên tohmetbarkirin.

Pustên heman beş