Esaib Ehlulheq 102 Donem li ser rîya “Kerkûk – Hewlêrê” girtin

ahlulhaq-iarq-kurdistan-kirkuk (1)

Nivêsîngeha aborî ya mîlîşyayên Heşda Şebî yên bi navê “Esaîb Ahl Al-Haq” li bajarê Kerkûkê dixwazin perçe erdekî sitratejîk ku dikeve ser rêya Kerkûk-Hewlêrê li ser navê xwe tapo bikin.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, nivêsîngeha aborî ya mîlîşyayên “Esaîb Ahl Al-Haq” li parêzgeha Kerkûkê, xebatên ciddî dikin ji boy vê yekê ku parçe erd ê bi hejmar 3/2 li beşa 40 a Kerkûkê bi dest xwe bixin û li ser navê xwe tapo bikin.

Li gor agahiyên taybet yên Darka Mazî, Mihemed Mewlewî yê berniyas bi Ebo Secad, alîkarê yekê yê birêveberê nivîsîngeha aborî ya Esaîb Ahl Al-Haq li parêzgeha Kerkûkê, li roja 16/7/2022an pêwendî bi Tariq Şeban Îbrahîm, birêveberê nivîsîngeha Esaîb Ahl Al-Haq li Pirdê kiriye ji boy birêvebirina vê mameleyê li Midûriyetên li pirdê.

Her wiha li gor agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, midûryeta çandinîyê û tapoyê li Pirdê, razîbûna xwe li ser vê yekê diyar kiriye, ji boy vê yekê jî tapoyeke nû a vê erdê li 18/7/2022an daye dest nûnerê mîlîşyayên Esaîb Ahl Al-Haq.

Heya niha ti kes nizane ev perçe erd ku ji 102 doneman pêk tê wê ji boy ti mebest ji aliyê vê hêza heşda şebî ve were bikar anîn.

[mpc_carousel_image preset=”mpc_preset_8″ loop=”true” speed=”1850″ layout=”fluid” enable_force_height=”true” force_height=”600″ images=”1031881,1031882,1031883″ gap=”5″ start_at=”1″ image_size=”large” image_opacity=”100″ image_border_css=”border-width:15px;border-color:#f3f3f3;border-style:solid;” image_hover_opacity=”100″ image_hover_border_css=”border-color:#ffffff;” overlay_icon_align=”top-right” overlay_enable_lightbox=”true” overlay_icon=”eti eti_arrow_expand” overlay_icon_color=”#ffffff” overlay_icon_size=”20″ overlay_icon_background=”#f8bf4d” overlay_icon_margin_divider=”true” overlay_icon_margin_css=”margin-top:30px;margin-right:30px;” overlay_icon_padding_divider=”true” overlay_icon_padding_css=”padding-top:15px;padding-right:20px;padding-bottom:15px;padding-left:20px;” overlay_hover_color=”#fcfcfc” overlay_hover_icon_background=”#f4b83f” mpc_navigation__preset=”mpc_preset_39″]

Pustên heman beş