Kolberekî din jî ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Kolberekî din jî ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê şeva înê 19ê Tebaxê, kolberekî Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.

Malpera Dezgeha Mafên Mirovan a Hengaw ragihand, navê kolberê ku ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin, Rehîm Mihemedî (37 salî) ye û bavê du zarokan e, bi çekê kelaşnîkov teqe lê hatiye kirin û gulle li ber sîng û dilê wî ketiye.

Dezgehê beriya niha jî ragihandibû ku şeva duşemê 15ê Tebaxa 2022yan, di encama teqeyên rasterast ên hêzên çekdar ên Îranê de li sînorê Bane, herî kêm 12 kolberên xelkê Bane, Bokan û Seqizê birîndar bûn.

Herwiha diyar kir ku hêzên çekdar ên Îranê bi mesafeya 6 metre û bi gulleyên saçme teqe li kolberan kirine.

Li gor zanyariyên Ajansa Nûçeyan a Kurdpa, di nava deh salan de, 1506 kolber hatine kuştin û birîndarkirin. Ev amar salên 2010 heta 2020an li xwe digre û ji wê hejmarê, 515 kolber hatine kuştin û 986 kolber jî birîndar bûne û çarenûsa pênc kolberan jî, ne diyar e.

Pustên heman beş