Ji Partiya karkeran veqetiya û li Duhokê hat kuştin

Muhammed Alattin Nurettin adlı şahıs-duhok-pkk (1)

Hate hînbûn ku kesê duh li Duhokê di nîvê rê de hat qetilkirin kesek bûye ku pêş niha ji nava PKK’ê derketiye. Herwiha jêderan da zanîn ku ev kes ji aliyê PKK’ê ve hatiye tehdîdkirin.

Mihemed Aladin Nûrettîn duh li navenda bajarê Duhokê dema ji texsiyê dadiket, bi 3 gulleyan hat qetilkirin. Çavkaniyên ewlehiyê der barê cînayeta ku rûday de hin agahî parve kirin.

Mihemmed Aladin Nûrettîn ê ji Bakurê Kurdistanê beriya demekê ji PKK’ê derketbû û li Silêmaniyê dest bi jiyana xwe kirbû. Lê piştre ji aliyê PKK’ê ve gef li wî hatin xwarin û ji ber vê yekê biryar da ku bajarê ku lê dijî biguhere. Ew ji bo wergirtina destûra rûniştinê (îqamê) çûbû Duhokê.

Hate hînbûn ku Nûrettînê 39 salî di serîlêdana xweya ji bo wergirtina destûra rûniştinê de diyar kiriye ku ew di temenekî biçûk de ji aliyê PKK’ê ve hatiye revandin û piştre ew biriye çiyê, ew ji PKK’ê veqetiyaye û hatiye Herêma Kurdistanê.

Hate hînbûn ku qurbanî li bazara Duhokê li taksiyekê siwar bûye, tawanbarê kuştinê bi wesayiteke din li pey wî hatiye û li nêzîkî stadîyuma Bîra ya taxa Maltayê 3 gule berdane û di encamê de Nûrettîn hatiye kuştin.

Hat diyarkirin ku Mihemmed Aladin Nûrettînê 39 salî ji Bakurê Kurdistanêye.

Di dîmenên kameraya ewlehiyê de rûyê tawanbarê kuştinê bi zelalî tê dîtin. Piştî kuştina Nûrettîn, gumanbar direve û şopa wî winda dibe.

Rayedarên asayîşê diyar kirin ku hemû rêyên derketina bajêr hatine girtin û şensê revê yê tawanbar nîne bireve û gotin, “weke diyar dibe, gumanbar ne xelkê Herêma Kurdistanê be.”

Çav li PKK’êye

Tevgera PKK’ê kadroyên berê yên ku ji PKK’ê veqetîne bi xayîn îlan dike û timî wan tacîz dike. Dema ku PKK hinek kadroyên xweyên berê dikuje, malbatên wan tehdîd dike û bi ti awa rê bi wan nade ji çapemeniyê re rastiyan bêjin. Heta niha gelek kes, bi taybetî jî kesên ku bi eşkereyî PKK’e rexne kirîn, ji aliyê PKK’ê ve hatine kuştin. Di nava kesên hatin qetilkirin de kesên payebilindên mîna Kanî Yilmaz (Faysal Dunlac) jî hebûn ku tevlî qonaxa damezrandina PKK’ê jî bûne. Di 7’ê Tebaxa 2014’an de Şoreş Baliçê ku bi malbatî tevlî nava PKK’ê bûbû û piştre ji PKK’ê qut bûbû, bi keça xwe Rewşena 3 salî re ji aliyê PKK’ê ve hat qetilkirin.

Pustên heman beş