Li Efrînê grûpên çekdar 650 darên zeytûnan birrîn

efrin-zayton-bilbil-kurd-rojava-turkey

Li derdora bajarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê û navçeya wê Bilbilê, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê nêzîkî 650 darên zeytûnan birrîn.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 20ê Tebaxê li derdora bajarê Efrînê û navçeya Bilbilê ser bi Efrînê, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê nêzîka 650 darên zeytûnan birrîne ji bo wan wek êzing bifiroşin.

Di çend rojên borî de jî, li bajarê Efrînê grûpên çekdar baca 3 hezar dolar li ser karsazan ferz kirin, herwiha li gundê Til Tewîl ê Efrînê grûpa Ceyş el-Şerqiye baca 25 dolar li ser her hektareke çandiniyê ferz kir.

Pustên heman beş