Her du partiyên Rojhilatê Kurdistanê peymana yekbûnê îmze kirin

Her du partiyên Rojhilatê Kurdistanê peymana yekbûnê îmze kirin

Piştî 15 salên dubendiyê, her du partiyên Rojhilat, Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) biryara yekitiya xwe dan û îro hat ragihandin ku rêkeftina yekbûnê bi fermî hat îmzekirin.

Rêkeftina yekgirtinê ji aliyê Mistefa Hicrî Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) û Xalid Ezîzî Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hat îmzekirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) di 16ê Tebaxa 1945an de li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Serokê Komara Kurdistanê Qazî Muhammed ve hat damezrandin. Di kongreya 13an de di nava partiyê de parçebûn çêbû û 15 salan weke du partiyan têkoşîna xwe ya siyasî domandin.

Li gorî peymanê dê partî bi logoya HDK’ê xebatên xwe bimeşîne. Armanca siyasî ya partiyê weke Îraneke federal, demokratîk û laîk hate diyarkirin.

Pustên heman beş