PKKe her roj berê zarokên Kurdan dide mirinê

PKKe her roj berê zarokên Kurdan dide mirinê

Rêxistina PKKê nasnameya 3 zarokên din yên Kurdan eşkere kir yên ku berî du mehan li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa Tirkiyê dane kuştin.

HPGe baskê leşkerî yê PKKê duh roja yekşemî 20\8\2022ê nasnameya 3 çekdarên xwe eşkere kir yên ku meha xizîrana îsal li devera Avaşîn ya Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa Tirkiyê dane kuştin û paş derbasbûna pêtirî du mehan ji nûve mirina wan ragihand.

Ev çekdarên PKKê ku hêjan zarokin bi navên Cansel, Seher û Ebdulla ne, ji Stenbol, Rihayê û Colemêrgê ne.

Rêxistina PKKê her li navbera çend rojan wêneyên komên zarokên Kurdan di medyaya xwe de belav dike, ev zarok li salên berê hatine feda kirin û paş derbasûna salan ji nû ve rêxistin tê û dibêje me hevalên xwe wenda kirin.

Rêxistina PKKê ji boy çêkirina şervanan, pişt bestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk ji hêla rêxistinên parastina mafên zarokan yên navdewletî hatiye tesbît kirin.

Pustên heman beş