Operasyonên Pêşmerge û artêşa Iraqê dê çend mehan berdewam bikin

Operasyonên Pêşmerge û artêşa Iraqê dê çend mehan berdewam bikin

Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Xefacî ji medyaya Iraqê re axivî û diyar kir ku qonaxa pêncemîn a operasyona “Vîna Pola” ku dawiya hefteya borî dest pê kiribû, dê çend mehên din berdewam bike.

Xefacî diyar kir ku di navbera Pêşmerge û fermandarên Iraqî de plana operasyonê hatiye destpêkirin û got, li herêmên Diyala û Xurmatûyê xebatên pişknîn û lêgerînê yên li dijî DAIŞê dewam dikin.

Xefacî da zanîn, Pêşmerge û artêşa Iraqê gihiştine xeta temasê û wiha got: “Ev ji bo her du aliyan armanceke girîng e. Ji ber ku DAIŞ ji valahiya ewlehiyê ya li van herêman heye sûd werdigire”.

Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê diyar kir jî, piştî zêdetirî salekê ji danûstandinên her du aliyan, bawerî di navbera her du aliyan de pêk hatiye û niha bi berevaniyeke hevbeş axa Iraqê li hember DAIŞê tê parastin.

Xefacî bal kişand ser wê yekê ku Iraq û Herêma Kurdistanê li ser avakirina navendeke hevahengiya hevbeş li hev kirine û got, “Pêvajoyeke tendirust di navbera aliyan de dest pê kiriye û li gorî me dê encamên erênî bi xwe re bîne”.

Pustên heman beş