Derbarê bûyera Dêrikê de biryara qedexeya weşanê hat dayîn

Derbarê bûyera Dêrikê de biryara qedexeya weşanê hat dayîn

Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Dêrikê derbarê bûyera trafîkê ya li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê de ku tê de 20 kesan canê xwe ji dest dabûn, biryara qedexeya weşanê da.

Roja 20ê Tebaxê, li navçeya Dêrikê ya li Mêrdînê bûyereke trafîkê rûda û di wê bûyerê de 20 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Dêrikê derbarê bûyerê de biryara qedexeyê da û ev biryar li ser malpera Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) hat belavkirin.

Li ser hinceta biryarê hatiye gotin: “Ji bo tenduristiya gel, ewlekariya netewî, nîzama giştî, ewlekariya giştî û pêşîgirtina li tawanan, di medyaya nivîskî, dîtbarî û înternet û medyaya civakî de, hemû nûçe, hevpeyvîn, rexne û weşanên bi vî rengî heta lêpirsîn bi dawî bibe qedexe ne…”

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê roja 20ê Tebaxê frêna TIRekê teqiya, TIR pêşî li du otomobîlan qelîbî û piştre kete nav çayxaneyekê.

Bûyer li nêzîkî benzînxaneyeke navçeyê rûda. Frêna wesayîteke barhilgir teqiya û li du otomobîlan qelibî. Piştre wesayîteke din a barhilgir jî kete nav qerebalixa welatiyên ku ji bo alîkariya bûyera trafîkê li cihê qezayê bûn. Di bûyerê de 20 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Pustên heman beş